Li Kanadayê bi dehan karker li kanê asê man

Li kaneke li rojavayê Kanadayê herî kêm 34 karkerên kanê di binê erdê de mane.

Hate ragihandin ku bûyer li kaneke li nêzî bajarê Saskatoonê yê eyaleta Saskatchewanê qewimî ku li wê derê karê madenê zêde ye. Li gorî daxuyaniya şîrketa bi navê Nutrienê, ji Sêşemê ve 34 karkerên li karê lênihêrînê dixebitin di kanê de asê mane.

Tê gotin ku karker bi kîlometreyekê li binê erdê di kana Cory a li nêzî bajarê Saskatoonê asê mane. Rayedarekî şîrketê ji AFP'ê re got, ji ber ku asansora karker bi kar tînin xera bûye karê ji bo sererastkirina wê didome.