Li Kabûlê êrîş: 12 mirî, 31 birîndar

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li pêşiya avahiya wezaretekê êrîşeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 12 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, ji ber êrîşê 31 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin, êrîşkar bombeyên li ser xwe pêçandibû li pêşiya Wezareta Pêşvebirin û Rehabîlîtasyona Bejahî teqand. Hate gotin, kesên ji ber teqînê mirine û birîndar bûne wezîfedarên wezaretê ne.

Teqîn, dema ku wezîfedar ji avahiyê derketin saet 13'an bû. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Êrîşa bombeyî piştî ku tevgera Talîbanê di şerê xwe yê 17 salan de cara yekê agirbest îlan kir, rû da. Talîbanê 9'ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi wesîleya cejna Remezanê wê ji bo 3 rojan agirbestê ragihînin.

Du roj beriya vê daxuyaniyê, Serokkomar Eşref Ganî biryara agirbesta yekalî dabû.