Li Kabîlê li dijî zanyarên olê êrîş: Herî kêm 7 kes mirin

Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê zanyarên olê yên ku dixwestin li dijî terorîzmê fetwayê bidin, li dijî wan êrîşeke xwekuj pêk hat. Herî kêm 7 kes mirin.

Dema ku zanyarên olê dixwestin konferansê bidin, êrîş hate kirin. Zanyarên olê ji bo ku li dijî terorîzm û êrîşên xwekuj fetwayê bidin, li hev kom bûbûn. Li gorî çapemeniya Efganistanê nêzî 3 hezar kes tevlî konferansê bûn. Di weşana zindî ya fetwayê de êrîş pêk hat.

Polîsên rayedar diyar kirin, li gorî agahiyên pêşîn 7 kes mirine û 2 jê polîs 9 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, şêniyên taxê ne û dibe ku di nav wan de beşdarên konferansê jî hebin.

Wezîrê Karê Hundir Necîp Daniş diyar kir ku wan tevdîrên ewlehiyê stendibûn lê êrîşkar wekî mêvan hatiye û bombeyên li ser xwe teqandiye.

Dema ku zanyarên olê dikira ji qadê derkevein, êrîş pêk hat. Li pêşiya baxçeyê Dibistana Polîteknîk a Zanîngeha Kabîlê kon hatibû vegirtin. Hê kesî êrîş li xwe negirtiye. Tevgera Talîban li ser twîtterê diyar kirin ku wan êrîş nekirine. Tê diyarkirin, dibe ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatiye kirin.