Li Kabîlê 4 mayîn teqiyan, 4 kes birîndar bûn

Li bakurê paytexta Efganistan Kabîlê 4 mayîn teqiyan. Di teqînan de 4 sivîl birîndar bûn.

Berdevkê polîsan ê Kabîlê Fîrdews Faramarz diyar kir ku 4 mayînên li ber rexê rê hatibûn bicihkirin hatine teqandin û got: “1 jê zarok 4 sivîl sivik birîndar bûne.’

Teqîn li taxekî ku demeke nêzîk servîsên îstixbaratê ya Efgan ku ji gelek êrîşan çeteyên DAÎŞ’ê berpirs nîşan dabûn û li wê taxê operasyon kiribûn pêk hatiye.

Teqîna mayînê di demê dawî de li Kabîlê êrîşa yekem a koordîneyî hatiye kirin.e Lê êrîşên bi bombe û roketan tim pêk tên. Êrîş piranî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û Talîbanan ve pêk tên. Lê Talîbanan ji peymana dîrokî ya di dawiya Sibatê de li gel Washîngtona li Qetarê îmze kiribû û vir ve ti êrîşek mezin ên li paytextê li xwe negirtine.

Di hedefkirina Talîbanan a hêzên Emerîkî û NATO’yê kir ku êrîşên li dijî hêzên Efganî jî zêdetir bibin. Tevî bangên DYE, Kabîl û gelek saziyên navneteweyî jî Telîbanan agirbest red kir.

Tevî vê jî Emerîkiyan di çarçoveya peyman ê de hêzên xwe yên leşkerî dest bi vekişandinê kir.