Li Japonyayê kesên ku ji ber karesatê mirin bûne 156 kes

Li Japonyayê ji ber rabûna lehiyê û şeqitîna erdê kesên ku mirin bûne 156 kes.

Li Japonya lehiya herî mezin a 30 salên dawî rabû. Li gorî rayedarên hikûmetê heta niha kesên ku mirine bûne 156 kes. Li rojavayê welêt hê jî gera li mirovan berdewam dike. Bi dehan kes winda ne. Li gorî çapemeniyê ji 50’î zêdetir kes winda ne.

Înê û Yekşemê lehî rabûbû û li gelek deveran erd şeqitî bû. Li gel ku bi milyonan kes ji herêmê hatin derxistin jî gelek kes asê man.

Piştî tava zêde ya ku hatî germeke zêde dest pê kir. Li ber germa 35 pîleyî gera li kesên winda didome. Ev jî gerê giran dike. Duşemê nêzî 75 hezar polîs, leşkerên agirkuj xebatên dîtina mirovan didomînin.

Ji ber sedema giraniya rewşê Serokwezîr Şînzo Abe, serdana xwe ya li Belçîka, Fransa, Siûdî, Misirê betal kir û da ber xwe ku kesên ketin ber lehiyê xilas bike û herêmên xira bûne ji nû ve ava bike.