Li Japonyayê kesên ku bi zorê hatine stewrkirin ji bîr nabin

Salên 50’î li Japonyayê bi hezaran kes bi yasaya ‘parastina ojenîk’ bi darê zorê hatin stewrkirin. Ev kes hê jî tişta ku bi wan hate kirin ji bîr nakin.

Li Japonyayê sala 1946’an bi navê parastina ‘ojenîk’ an jî ‘paqijiya nifş’ê yasayek hate derxistin û pê derî lê hate vekirin ku kesên bi astengiya mental û kesên sûcên zayendî kiribin, werin strewrkirin. Bi yasayê zarokan ji ber ji wan jinan dibirin ku bi tecawizê ducanî dibûn. Her wiha ji ber wan nexweşan dibirin ku bi nexweşiya kotiyê bûn û bi nexweşiyên ku ji dê û bav tên.

Ev yasaya dermirovî ya ku heta 1996’an hebû û bi armanca ‘parastina nîjadê’ bû, piştî ku Çile ya îsal mexdûrekî doz vekir dîsa hatibû rojevê.

‘BI HINCETA KU WÊ NÎJADÊ BIPARÊZIN JIYANA WAN SERÛBINÎ HEV BÛ’

Rojnameya Ingilîz The Guardîan cih da şahidiya mexdûrên yasaya bi navê Parastina Ojenîk, ku nêzî 16 hezar û 500 kes bûbû mexdûr. Gelek jinên ku ji rojnameyê re axivîn gotin ji ber sedema nexweşiyên mental bi emeliyatên ku ew pê nizanin ew hatine stewrkirin.

Jineke 70 salî ya bi navê Junko Lîzua got, 1963’an bi emeliyateke ku wê nizanîbû çiye ew hatiye stewrkirin û dema ku malbata wê li ser mijarê diaxivî bi tesadûfî ew hay jê çêbûye.

DI DEMA ŞER DE NAZIYAN JÎ WIHA KIRIBÛN

Yasayeke mîna vê 1940’î jî hate derxistin û piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn yasa hate nûjenkirin. Tê gotin mexdûrên vê yasayê ji ya ku tê zanîn pirtir e. Bi vê yasayê ku bi mantiqeke derveker a ‘zêdekirina qelîteya jiyanê’ û metakir hatî hazirkirin, li gel ên ku ‘bi dilê xwe’ zarok ji ber wan birin hijmara wan digihe 25 hezaran.

Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê got ew ê ‘alîkariya şexsî’ bidin mexdûran. Rayedarekî wezaretê got ti bernameyeke giştî ya ji bo hemû mexdûran tine.

Beriya politikaya mîna vê di dema şerê cîhanê yê duyemîn de li ser Yahûdiyan û Romanan hatibû kirin û niha vê yasaya li Japonya didin ber van. Li van welatan piştre ji mexdûran lêborîn hate xwestin, tazmînat dan, li Japonya jî balkêş e ku ev polîka piştî şerê cîhanê dest pê kir.