Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Îtalyayê ji ber aşûtê 30 kes mirin

Li herêmên navîn ên Îtalyayê, aşûta ji ber erdhejê rû da, otelek di binê berfê de hişt. Di bûyerê de 30 kes mirin.

Ji be erdheja ku ev çend roj in li Îtalyayê rû dide, li herêma Pescara ya Îtalyayê aşûtê rû da û otelek di binê berfê de hişt. Li otela bi navê Rîgopîano pa Gran Sasso ya li navenda kaşûnê ya tûrîstên Îngilîz lê bû, 27 muşterî û personelên otelê di binê berfê de man.

Li gorî nûçeya Reutersê herî kêm 30 kes di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane û cesedên wan hatine derxistin.

Waliyê Pescara Antonîo Dî Marco ragihand, tîmên rizgarkirinê çûne herêmê û fikar heye, hejmara mirovên di binê berfê de ma bin, zêdetir be.