Li Iraqê zêdetirî 500 'biyanî'yên têkilî DAÎŞ'ê hatin mehkûmkirin

Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ji serê 2018'an û vir ve ji 500'î zêdetir biyanî yên têkilî DAÎŞ'ê hatin mehkûmkirin.

Dadgeha Bilind ragihand 514 endamên çeteyan yên biyanî ji serê 2018'an û vir ve hatine mehkûmkirin. Hê lêhûrbûna li ser dosyaya 202 kesan didome, doza 44 kesan didome. Di daxuyaniyê de hate gotin 11 kes hatine berdan.

Dadgehê negot bê ka endamên rêxistina çete welatiyên kîjan welatî ne û diyar kir lêpirsîn di navbeyna 6 mehan û salekê de wê biqedin.

Ji destpêka 2014'an ve di serî de Mûsil beşekî girîng a xaka Iraqê ketibû destê çeteyên DAÎŞ'ê, Iraqê 2017'an serfirazî ragihandibû.

Dadgeha Iraqê ji wê demê û vir ve bi hezaran endamên DAÎŞ'ê yên jin û mêr darizand, gelek jê hatin darvekirin an jî cezayê heta mirinê li wan hate birîn.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî tenê 2018'an dadgehên Iraqî derbarê 217 kesî cezayê darvekirinê da. Li gorî 2017'an 4 caran zêdetir bûye ev hijmar.

Iraq li cîhanê ji nav pênc welatan yek jê ye ku cezayê darvekirinê pir lê heye. Lê 2018'an 52 kes hatin darvekirin, 2017'an 125 kes.