Li Iraqê xwepêşandanan dîsa dest pê kir

Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê kete meha duyan. Vê heftiya dawî bi êrîşên hêzên dewletê 20 xwepêşandêr hatin kuştin.

Xwepêşandana ku paytext Bexda jî di nav de li gelek bajarên Iraqê dest pê kirî hindik maye ku 2 mehan li pey xwe bihêle.

Piştî ku dîsa hêzên çekdar ên dewletê bi guleyên rastî êrîş bire ser xwepêşandêran tevlîhevî girantir bû. Vê heftiya dawî 20 xwepêşandêr hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn. Piştî êrîşa hêzên çekdar ên dewletê xwepêşandêran li herêmên ku bi dest xistine rêyên bajar û navçeyan girtin.

Di çalakiyan de, ku 1'ê Cotmehê dest pê kir heta niha 350 kes hatin kuştin û nêzî 16 hezar kes birîndar bûne.

Piştî hevdîtinan di navbeyna nûnerên tevgera protestoyê û hikûmetê de, hikûmetê li ser daxawazên xwepêşandêran hin biryar standin lê xwepêşandêr deverên ku bi dest xistin bernedan û li bendê man ku biryar werin bicihanîn. Hikûmet jî ji bo ku cihên ku ji kontrola wan derketî bistîne piştî ku tevgeriya çalakiyên protestoyê dîsa geş bûn.

Çalakger li Basra, Kerbale, Necef, Dîwaniyê, Nasiriyê, Zîkkarê, ku piraniya saziyên dewletê di dest çalakgeran de ne, derketin kuçe û kolanan. Hêzên çekdar ên dewletê bi guleyên rastîn êrîş bire ser xwepêşandêran.

Di encama êrîşên hêzên çekdar ên dewletê de 20 xwepêşandêr hatin kuştin, gelek jê birîndar bûne.

Xwepêşandêran li dijî êrîşa polîsan li Besra, Dîwaniyê, Zîkkar, Nasiriyê rê li bajar û bendergehan girtin.