Li Iraqê ji bo hikumetê formûleke nû

Li Iraqê ji bo avakirina hikumetê formûleke nû derkete holê. Hate îddîakirin ku koalîsyona Sarîûn û Fetîhê li ser formulekê li hev kirine ya ku Kurd jî tê de ne.

Li Iraqê di 12’ê Gulanê de hilbijartin hatibû kirin û encamên wê yên teqez di 9’ê Tebaxê de hatibû eşkerekirin. Ji bo avakirina hikumetê jî xebat didomin.

Hate diyarkirin ku koalîsyona Sarîûn û koalîsyona Fetîh ji bo avakirina hikumeta nû li hev kirine û bi Kurdan re koma herî mezin ava kirine.

Li gorî hin nûçeyên di çapemeniya Iraqê de derketine, Koalîsyona Saîrûn, Koalîsyona Fetîh, Koalîsyona Hêza Iraqê, PDK, YNK di warê avakirina koalîsyonê de li hev kirine.

Parlementerê Koalîsyona Fetîhê Abbas Zamîlî diyar kir ku ji bo avakirina koma herî mezin a parlementoyê got ku, “Ew ê hikumeta koalîsyonê were avakirin. Ew ê mafê Kurdan ê di destûra bingehîn de jî were dayîn. Ew ê Kurd bibin parçeyekî koalîsyonê.”

Li gorî îddîayên kûlîsên Bexdayê ew ê serokwezîr Haydar Ebadî di hikumeta nû de cih negire.

PDK-YNK EW Ê NEXŞERÊYA XWE AMADE BIKIN

Heyeta hevpar a YNK û PDK’ê ya ku hevdîtinên wan didome, ew ê civîneke li dar bixin. Tê diyarkirin ku di civînê de ew ê nexşerê were diyarkirin.

Civîna li Hewlêrê ew ê li ser xebatên avakirina hikumetê û nexşerêya wê be. Di heman demê de di civînê de ew ê biryar bê dayîn, ka gelo ew ê piştgiriya kîjan bloka Şîîyan bikin.