Li Iraqê çalakiyên li dijî desthilatdariyê didome, çalakgerek hate kuştin

Li Iraqê çalakiyên li dijî hikumetê didome. Li Bexdayê çalakgerek hate qetilkirin.

Xwepêşandanên li dijî hikumetê kete meha çaremîn. Li gorî agahiyên ji polîsan hatine wergirtin yek ji pêşengê çalakiyên ku di 1’ê Cotmehê de hatibûn destpêkirin Saadûn El Luhaybî li taxeke başûrê Bexdayê hatiye kuştin.

Di hefteyên dawîn de bi dehan çalakger ji ‘aliyê kesên nenas’ hatine qetilkirin.

Di dema çalakiyan de 460 kes mirine, 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Ev xwepêşandan ji bo guherandina hikumetê tê kirin û tê xwestin ku bila hêzên ji derve destê xwe dirêjî nav Iraqê nekin. Li ser tevgera gel zextên kuştin û revandinê heye lê tevgera gel diyar dike ku wê çalakiyê xwe bidomînin.