Li Iraqê bi hezaran xwendekar daketin qada Tehrîrê

Piştî ku di xwepêşandana duh de çalakger hatin kuştin yekîtiya xwendekaran banga lidarxistina çalakiyan kir.

Îro bi hezaran xwendekarên Iraqê daketin qada Tehrîr a navenda bajarê Bexda ku paytexta Iraqê ye. Xwendekar li ser banga yekîtiya zanîngeha Bexdayê daketin kolanan. Li aliyê din xwepêşandaran li bajarê Nasriye rêya 30 piran girtin.

Banga yekîtiya zanîngehan di demeke wiha de hate kirin ku duh di xwepêşandanan de 5 çalakger hatin kuştin. Têkildarî kuştina çalakgeran AFP ku ji çavkaniyeke bi bawer ragihandibû ku yek ji çalakgeran dema li beramberî xwepêşandana (Kelaw Şînekan-Kumik Şîn) alîgirên Mûqteda Sedr li başûrê bajarê Bexdayê bi kêrê hatiye kuştin

Dema xwepêşandanên de jî sê aligîrên (Kelaw Şînekan) Mûqteda Sedr jî birîndar bûn.

Li aliyê din sê çalakger jî bi darê ji aliyê kumik şînan ve hatin birîndar kirin.

Vê sibê jî êrîşên kumik şînan li dijî xwepêşandanan li qada Tehrîrê dîsan destpêkir. Di êrîşê de çend çalakgerên din jî birîndar bûn.

Li dijî alîgirên Mûqteda Sedr çalakgeran parastina xwe dikin.

Li gorî agaiyan duh çalakgeran li gelek bajarên Iraqê ji bo prastaina xwe li dijî êrîşên alîgirên Mûqteda Sedr rabûn ser pêyan.

Kesekî nêzî Mûqteda Sedr êrîşî çalakgeran kir.

Li beramberî vê Mihemed Elêraqî ku kesekî nêzî Mûqteda Sedr li ser twîtterê wiha got; “Yên çekan digrin li dijî komik şînan in. Divê hêzên ewlehiyê helwestekî tund nîşan bidin.”

Di nava du rojên dawî de gelek çalakgeran erkdarkirina Mihemed Elawî red dikin. Li gorî ew kesên nêzî desthilatdariyê di demekê de Mûqteda Sedr piştgiriya Mihemed Elawî dike û ragihandiye ku rê û pirên girtî vekirin û dawî li xwepêşandanan bînin.

Çalakgeran gotin piştevaniya Sedr a ji bo Elawî bi “Xiyanetê” nav dikin û li navenda bajarê Bexda li qada Tehrîrê dirûşmeay “Bi fermana gel hatiye redkirin tu jî keyfa xwe neke” û “Ev şoreşa ciwanan e kes birêve nabe.”