Li Iraqê bi hezaran ji Îran - DYE'yê re got 'Na'

Li Iraqê bi hezaran kes dîsan li dijî desthilatdariyê daketin kolanan. Di çalakiyan de dirûşmeya "ji DYE'yê re na! ji Îranê re na!" hatin berzkirin.

Bi hezaran kes îro li qada Tehrî ya li paytext Bexda û li gelek bajarên li başûrê welat daketin qadan û li dijî DYE û Îranê dirûşme berz kirin.

Bi rojane li ser tevnên civakî ji bo çalakiyên li dijî desthilatdariyê ku 1'ê Cotmehê (01/10) destpê kiribûn û 10'ê Çileyê (10/01) banga lidarxistina çalakiyan hate kirin.
Şevê din li bajarê Kerbela ku dikeve başûrê welat di navbera çalakger û hêzên ewlehiyê de şer derketibû. Li Besrayê jî gelek çalakger hatibûn destgîrkirin.
Li Iraqê ji bo guhertina desthilatdariyê nêzî sê meh in çalakî tên kirin. Di hefteyên dawî de rageşiya di navbera DYE û Iranê de bandoriya xwe li çalakiyên li dijî desthilatdariyê kiribû.

Ji çalakiyên 1'ê Çileyê ve nêzî 460 kes mirin û nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûbûn. Gelek kes jî ji ber êrîşên hêzên ewlehiyê seqet bûn. Li aliyê din li dijî çalakgeran kampanyaya sûîkast û revandinê hatibû meşandin. Bi dehan çalakger li pêşiya mala xwe û li ser kolanê ji aliyê kesên ne nas ve hatibûn revandin û kuştin.

Çalakger rêveberên siyasî bi nelirêtî û ne pêkanina peywîrê sûcdar dikin û ji ber vî sedemê dixwazin rêveberî bi giştî were guhertin. Adil Abdûlmehdî û hikûmeta wî li beramberî çalakiyan îstifa kiribû lê heta niha jî serokwezîr nehatiye diyarkirin.