Li Iraqê alozî zêde dibe
Li Iraqê di nav hikumeta Adil Abdulmehî de alozî zêde dibe. Komîsyona Destên Paqij ji bo Wezîrê Parastinê yê Iraqê lêkolîn da destpêkirin.
Li Iraqê di nav hikumeta Adil Abdulmehî de alozî zêde dibe. Komîsyona Destên Paqij ji bo Wezîrê Parastinê yê Iraqê lêkolîn da destpêkirin.
Li Iraqê ev du meh in ku xwepêşandan didomin. Yek ji daxwaza xwepêşanderan ev e ku bila lêpirsîn li ser nelirêtiyan were destpêkirin. Komîsyona Destên Paqij li ser Wezîrê Parastinê Najah Hassan Şammarî lêkolîn da destpêkirin.
Di lêpirsînê de derket holê ku Wezîrê Parastinê Najah Hassan Şammarî hemwelatiyê Swêdê ye.
Tê diyarkirin ku ji ber xwepêşandenan li Iraqê dosyeyên bi vî rengî tên vekirin û dibe ku hin dosyeyên din jî werin vekirin.