Li Iraqê 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihandin ku li Enbar, Kerkûk, Selahaddîn û Bexdayê di operasyonan de 4 çeteyên DAÎŞ'ê girtine.

Li gorî daxuyaniya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê, li Enbar, Kerkûk û Selahaddînê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon bi hevkariya hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyeyê hatiye kirin.

Saziyê diyar kir ku di encama operasyonê de yek jê serçete bi giştî 4 çete hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastina xelkê Iraqê û paqijkirina xaka Iraqê ji çeteyên DAÎŞ'ê, saziyên ewlekariyê yên Iraqê hemû bi hev re dixebitin.