Li Hudeydayê şer vê sibe dîsa dest pê kir

Li  Hudeydayê ya Yemenê şerê kuçeyan vê sibehê dîsa dest pê kir.

Li Hudeydayê ya Yemenê ku di kontrola milîsên Hûsî yên Şîa de ye, vê sibehê dîsa şerê li kuçeyan dest pê kir.

Hêzên alîgirên dewletê ku ji AFP'ê re axivîn, gotin ew dixwazin kontrola bajêr bi dest bixin.

Jêdereke leşkerî jî got, armanca wan ew e ku, 'kuçeyên bajêr ji dest serhildêran paqij bikin''.

Bajarê ku li peravê behra sor e, ji ber ku 3 ji 4 parên bazirganiya welêt bi rêya deryayê çêdibe, pir girîng e.

Hêzên alîgirên dewletê vê sibehê ketin taxên herêma Nexweşxanê ya 22'yê Gulanê. Tê gotin şer bêhtir li derdora El Waha ye ku yek ji navendên turîstîk ê bajêr e.

Mirovên ku li herêmê ne gotin dengê çek û bombeyan dibihîsin.

Şêniyekî li herêmê got, vê Şemî û Yekşemê ji ber şer 3 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxanê. Heman kesî got, ''Em pir westiyan, ewlehiya me nîn e, pereyên me nîn in û vê carê kesek wê nikaribe ji herêmê derkeve. Derfetên me nîn in û rewşa me pir taloke ye.''

Înê hêzên alîgir ên dewletê nexweşxaneya 22'yê Gulanê ya di kontrola milîsên Hûsî de bi dest xistibûn.

Beriya şerê duh jêderên tenduristî û leşkerî diyar kirin ku 43 milîsên Hûsî û 18 alîgirên dewletê hatine kuştin.

Doktorekî ji Hudeydayê got, bi dehan milîsên Hûsî yên birîndar rakirine nexweşxaneya li Sanayê.

Operasyona alîgirên dewletê ya li ser Hudeydayê Hezîranê dest pê kir. Lê şer ji 1'ê Mijdarê û vir ve giran bû. Di 11 rojan de 443 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Yemenê ji dema ku şer dest pê kir ji 2015'an ve piranî jê sivîl 10 hezar kes mirin û 56 hezar kes jî birîndar bûne. Rêxistinên alîkariya mirovan jî gotin, hejmara mirî û birîndaran pir zêdetir e.