Li Hudeydayê şer giran bû, sivîl di nav şer de mane
Li Hudeyda ya Yemenê şerê di navbeyna komên alîgir ên hikûmetê û milîsên şiî yên Hûsî de îro jî şer çêbû. Tê gotin li herêma ku şer çêdibe bi sed hezaran sivîl di nav şer de mane.
Li Hudeyda ya Yemenê şerê di navbeyna komên alîgir ên hikûmetê û milîsên şiî yên Hûsî de îro jî şer çêbû. Tê gotin li herêma ku şer çêdibe bi sed hezaran sivîl di nav şer de mane.
Li Hudeydayê ya Yemenê di navbeyna komên alîgir ên hikûmetê û milîsên Hûsî de şerekî giran heye. Van 5 rojên dawî di şer de bi kêmanî 150 kes mirin û tê gotin ku sivîlên li herêmê di navbeyna şerê du aliyan de mane.
Di nav 150 kesên ku hatin kuştin de û anîne du nexweşxaneyên bajarê Balijê 49 milîsên Hûsî jî hene.
Milîs dibêjin êrîşên li gel êrîşên hewayî pir dijwar in. Hêzên koalîsyonê yên bi desteka Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb dibêjin wan êrîşeke giran nedane ber xwe, li Hudeydayê dixwazin cihên 'ewlehiyê' berfireh bikin.
Hêzên alîgir ên hikûmetê jî diyar kirin, ew dixwazin bajêr bi temamî bipêçin û rêyên lojîstikê li ser milîsên Hûsî bigirin.