Li Hudeydayê şer: Bi dehan milîsên Hûsî hatin kuştin

Li Yemenê rayedarên tibbî diyar kirin  ji êrîşên ser Hudeydayê yên ji roja Şemiyê ve bi dehan Husî hatine kuştin.

Hate ragihandin bi êrîşa hewayî ya koalîsyona bi desteka Erebîstana Siûdî ya bi ser Hudeydaya Yemenê de ku bi dest milîsên Şiî de ye, bi dehan kes mirin.

Di êrîşan de, ku ji duh ve berdewam dikin 53 Husî hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûne.

Li gorî hêzên hikûmetê 13 kes mirin.

Di navbeyna hêzên hikûmetê û milîsên Şiî yê Husî de ji Pêrşemê ve şer heye. Şer bi giştî li nêzî zanîngeha Hudeydayê ye. Piştî ku hêzên hikûmetê nêzî zanîngehê bûn û piştre rayedaran goitn, ''Em hazir in bi serhildêran re rûnin'' şer çêbû.

Neteweyên Yekbûyî piştî ku Îlonê kete nav hewldana hevdîtinên aştiyê bang li aliyan kiribû ku li masê rûnin.

Koalîsyona bi desteka Siûdî ji 2015'an ve ji bo ku hikûmeta Evd Rebbo Mensûr Hadî were naskirin êrîşên xwe giran kirine.

Milîsên Husî jî bajarê Hudeydayê ku 1 ji 3 parên bazirganiya keştiyan a li Yemenê, lê tê kirin, kirine bin kontrola xwe.

Di şerê Yemenê de heta niha bi kêmanî 10 hezar kes mirine, 56 hezar kes jî birîndar bûne. Di nav de zarok jî 7 milyon kes jî di rewşeke şepirze de ne.