Li Hondûrasê erdheja bi dijwariya 7.6 pile
Li Derya Karayîpê ya li bakurê Hondûrasê, bi dijwariya 7.6 pileyî erd hejiya.
Li Derya Karayîpê ya li bakurê Hondûrasê, bi dijwariya 7.6 pileyî erd hejiya.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a DYA ragihand ku erdheja bi dijwariya 7.6 pileyî li bakurê rojhilat ê peravên Barra Patûccayê pêk hatiye.
Heta niha li ser mirî, birîndar an jî xisara ji ber erdhejê ti agahî nehate ragihandin.
Navenda Hişyariyê ya Tsûnamî ya Pasîfîkê, ji ber vê erdheja dijwar li Hondûras, Porto Rîko û Giravên Vîrgînê hişyariya Tsûnamiyê da.