Li Hong Kongê bi sed hezaran kes derketin kolanan

Li HonKongê li dijî projeyeke yasayê ku dersînordarkirina Çînê hêsan dike, derketin kolanan.

Li Hon Kongê mezintirîn çalakiya protestoyî ya van 15 salên dawî hate kirin. Organîzator, li bendê bûn ku zêdetirî 500 hezar kes hazir bin.

Bi sed hezaran kes derketin kolnan, pêşnûmeyeke yasayê ku gumanbaran dersînorê Çînê bikin û li wir werin darizandin şermezar kriin.

Dijberên pêşnûmeya yasayê, ji her beşên civakî yên mîna parêzer, xwendekar, dilxwazên demokrasiyê û komên dînî, bûn.

Dema meşê dirûşmên ,''Ji dersînorkirina Çînê re, ji yasaya bêqidoş re na'' hate gotin, hinan jê xwestin ku serê rêveberiya Hon Kongê Carrî Lam îstîfa bike.

Li gorî pêşnûmeya yasayê ya têkilî dersînordarkirinê, yên gumanbar li gel 20 welatên ku beriya niha peyman bi wan re hatibû danîn, wê hêsan bikirana ku wan bişînin Çîn, Macao û Teywanê.

Piştî ku Komara Gel a Çînê jî kete nav pêşnûmeyê fikar zêde bûn. Hon Kong ku mêtingeriya berê ya Ingilîz bû, li gel ku xweseriya wê û pergaleke wê ya edlî heye jî, bi şertê ku azadiya mîsoger bike bi Çînê ve hatibû girêdan.