Li Hindistanê rageşî: 750 kes hatin destgîrkirin

Li Hindistanê piştî ku du jin ketibûn perestgehekê, çalakiyên protestoyê destpê kiribûn. Ji ber van çalakiyan zêdetirî 750 kesî hatin destgîrkirin. 

Roja Çarşemê du jinên derdora 40 salî, li Eyaleta Kerala ya li Başûrê welêt ketibûn perestgeha Sabarimala Ayyappa. Lewre Hinduyên kevneşop-parêz çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin. 

Di vê mijarê de kevneşop-parêzên ku biryara dadgehê jî şermezar kirî, bi polîs re ketibûn rageşiyeke tund. Li gorî rayedarên polîsan ji roja Çarşemê heta niha zêdetirî 750 çalakvan hatine destgîrkirin. 

Li bajarên Palakkad û Kasargod ku herî zêde çalakî lê qewimî, ji bo pêşîlêgirtina bûyeran hinek qedexe hatin danîn. Di bûyerên tundiyê yên li van bajaran qewimî de kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn. 

Perestgeha Ayyappa a Hinduyan a li Sabarimalayê, 20 salan bibû mijara têkoşîneke hiqûqî. 

Bi hezaran jinên kevneşop-parêz ên Hîndu jî di nav de, heta roja Çarşemê tevî biryara dadgehê qedexe kiribûn ku jin nêzî perestgehê bibin. 

Roja Sêşemê bi deh hezaran jinên ku piştgrî didin biryara dadgehê xelekeke ji mirovan pêk anîbûn. Ev çalakiya ku weke, ‘Dîwarê jinan’ hatî binavkirin, ji hêla hikumeta çepger a eyaletê ve jî hatibû destek kirin.