Li Hindistanê qeza: Herî kêm 37 kes mirin

Li parêzgeha Madhya Pradeş a li navenda Hindistanê, otûbûsa ku 50 rêwî têde bûn kete qenalê, herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsên herêmê diyar kirin ku heta niha cenazeyê 37 kesan hatiye dîtin û ji bo otopsiyê şandine.

Agahî hate dayîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Li gorî medyayên herêmê ajokar jî di nav de 7 kes bi saxî ji nava avê hatine derxistin.

Qeza sibeha roja Sêşemê çêbûye. Otûbûsa ku ji 50 rêwiyan zêdetir hildigirt, li nêzî gundê Satna ji rê derket û kete qenalê avê.

Li gorî çavkaniyên rayedaran ji bo xebatên rizgarkirinê asan bibe herîkîna avê ya ji bo wan qenalan hatiye qûtkirin.