Li Hîndîstanê ji bo yekîneyên ser sînor çekdarbûn zêde dibe

Hindîstanê ku bi Çînê û Pakîstanê re li ser sînor gelemşeyên wan ên giran hene, vê dema dawî gelek çek kirîn, vê jî rîska ku dîsa bi Pakîstanê re şer çêbibe anî rojevê.

Li gorî hikûmeta Narendra Modî ya Hindîstanê, li ‘herêmên çiyayî yên sînor’ ji bo ku bibin yekîneyên leşkerî bihayê nîv mîlyar dolarî çek kirî ne.

Wezîrê Berevaniyê Nîrmala Sîtharama got bi bihayê 35 milyar rupî (550 milyon dolar) 160 hezar çek kirî ne. Ev çek wê li yekîneyên ser sînor were belavkirin û ji van 72 hezar jê çekên lûledirêj in.

Sîtharaman got çekên ku kirî ne wê ji hêla yekîneyên artêşê ve ‘di sewkîyatên lezgîn de, ên li ser sînoran’ wê werin bikaranîn.

LIHEVNEKIRINA LI SER KEŞMÎRÊ Û AKSAY ÇÎNÊ

Piştî kirîna ev qas çek, rîska ku bi Pakîstanê re rageşî zêde bibe kete rojevê, ku li ser Keşmîrê arîşe di navbeyna wan de hene. Pakîstan li ser Keşmîrê heq dixwaze, ku li Keşmîrê hê jî 500 hezar leşkerên Hîndî hene. Xaka Keşmîrê 230 hezar kîlomtre ye û ji vê 222 kîlomtre di bin kontrola Hindîstanê de ye.

Her wiha hê jî meselên sînor ên Hindîstanê hene ku bi Komara Gel a Çînê re ji hev safî nekirine. 1962’yan di encama şerê heyvekê de herêma Aksay Çînê ketibû destê yekîneyên artêşê yên Komara Gel a Çînê de.

Narandra Modî ku 2014’an hatibû ser desthilatdariyê biryar standibû ku çek û techîzatên leşkerî yên ku ji serdema Yekîtiya Sowyet mayî nûjen bike. Hindîstan ku li dinyayê yek ji welatê pêşeng ê îxracatkarê çekan e, di van 4 salên dawî de bi bihayê 10’an milyar dolarî pere da nûjenkirina çekan.