Li Hindistanê ji ber vedana birûskê herî kêm 63 kes mirin
Li eyaleta Uttar Pradeş a li bakurê Hindistanê û li eyaleta Biharê ya li rojhilatê vî welatî ji ber vedana birûskê herî kêm 63 kes mirin.
Li eyaleta Uttar Pradeş a li bakurê Hindistanê û li eyaleta Biharê ya li rojhilatê vî welatî ji ber vedana birûskê herî kêm 63 kes mirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Indian Times a ji Daireya Meteorolojiyê, li 10 herêmên Uttar Pradeşê û li herêmên cuda yên Biharê rojên Çarşem û Pêncşemê gelek caran birûskê veda.
Li gorî medya Hindistanê li Uttar Pradeşê herî kêm 43, li Biharê 20 kes ji ber vedana birûskê jiyana xwe ji dest dan.
Nava hefteyê rojên Çarşem û Pêncşemê li Uttar Pradeşê ji ber barana zêde herî kêm 22 kes miribûn.