Li Hindistanê hejmara qurbaniyên lehiyê bû 140 kes

Hejmara mirovên ku ji ber lehiyê li Hindistanê jiyana xwe ji dest dan bû 140 kes.

Li gorî rayedarên herêmî, ji ber barana mûson a neasayî ya li eyaleta Ûttar Pradeşê, di nava çar rojên dawî de herî kêm 111 kesan, li eyaleta Biharê jî 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kolanên bajarê Patna yê eyaleta Biharê li ber ava gemarî ket û şêniyên bajêr neçar man ku bi botan ji malên xwe derkevin. Baran nema li bajêr dibare lê belê bajarê ku nifûsa xwe 2 milyon e hîn jî di nava avê de ye.

Barana mûson her sal di navbera mehên Hezîranê û Îlonê de dibare. Barana mûsonê ji bo avdana zeviyan û tijîbûna rezervên avê gelekî girîng e. Lê belê her sal barana dijwar dibe sedema rabûna lehiyê û ji ber vê yekê jî bîlançoyeke giran rû dide. Di meha Tîrmehê de li Hindistan, Nepal, Bangladeş û Pakistanê nêzî 650 kes ji ber barana mûson jiyana xwe ji dest dan.