Li Hindistanê 31 zarok ji ber nexweşiya ensefalîtê mirin

Li bakurê Hindistanê ji ber nexweşiya ensefalîtê (îltîhaba mejî) di deh rojên dawîn de herî kêm 31 zarok mirin.

Zarok li navçeya Mûzaffarpûr a li eyaleta Biharê mirin.

Li gorî rayedarên tendirustiyê di 10 rojên dawîn de 31 zarok mirin. Her sal di dema berhevkirina mêweya bi navê lîçî de, ji Gulanê heta Tîrmehê ev nexweşî derdikeve holê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatine wergirtin, sempotomên vê nexweşiyê herî kêm bi 40 zarokan jî peyda bûye.

Di sala 2014’an de li Mûzaffarpûr û derdora wê herî kêm 150 kes ji ber nexweşiyê miribûn.

Li gorî agahiyên zanistî ji ber jehreke di tovên lîçîyê de ev nexweşî çêdibe.