Li Hîmalayayê 9 çiyager mirin

Li Çiyayên Hîmalayayê ji ber hezîna axê 9 çiyageran mirin.

Li Çiyayê Gûrja yê bilindahiya wê 7 hezar 193 metre li Çiyayên Hîmalaya ax heziya. Li gorî nûçeya The Hîmalaya Tîmesê, 5 Koreyî û 4 Nepallî yên di 3.500 metreyan kamp avakiribûn, mirin.

Hate ragihandin ku di nava kesên mirîn de lîderê tîma trekkîng ê Koreyî Kîm Chang-ho û elemanên destek a Nepallê hene. Li gorî daxuyaniyê hezîna axê piştî bagera berfê çêbûye.