Li herêma santrala nukleerê ya Îranê erdhejek pêk hat
Li herêma başûr rojavayê Îranê ku santraleke nukleerê lê ye bi tundiya 5.1 pileyî erdhejek pêk hat.
Li herêma başûr rojavayê Îranê ku santraleke nukleerê lê ye bi tundiya 5.1 pileyî erdhejek pêk hat.
Enstîtuya Jeolojiyê ya Emerîkayê (USGS) ragihand, navenda erdhejê bi 45 kîlometreyan dûrî santrala nukleerê ya Bûşehrê ye.
Hate ragihandin ku erdheja li gorî dema herêmê saet di 05:25'an de qewimî mirovên li bejahiya derdora bajarê Kalamehê jî pê hesiyan.
Li gorî ajansa nûçeyan ÎSNA'yê li gorî agahiyên destpêkê xisar ji ber erdhejê pêk nehatiye.