Li hemberî krîza enerjiyê ya welatên rojava gelo wê Îranê re peyman were çêkirin?

Li gorî daxuyaniyên dawîn dibe ku di nêz de peymana nukleerê ya bi Îranê re pêk were. Îranê jî peyam da ku ew dikare tawîzan bide.

Li Îranê rezerveke gelekî zêde ya petrol û gazê heye. Heke bi Îranê re peymanek were çêkirin wê rê vebe ku ev rezerv bigihêje piyaseya global.

Li gorî ajansa Blombergê 90 milyon varîl petrola Îranê li keştiyên li Kendava Farsê, Sîngapûr û Çînê hatiye stokkirin.

Tê diyarkirin wê ev rezerv şûna 1,2 milyon varîlê bigire ya ku Yekîtiya Ewropayê bi rêya behrê ji Rûsyayê anîbû. Di meha Berfanbarê de ji ber şerê Ukraynayê di çarçoveya zextên li ser Moskovayê wê ev teslîmat werin sekinandin.

Heke bi Îranê re peymaneke nukleer were çêkirin wê piştî îmzeyê 120 roj şûnde rojane nêzî 50 milyon varîl were îxrackirin. Heke xwe negihîne asteke wisa wê karibe barê fatûra enerjiya Ewropayê sivik bike.

Piştî Rûsyayê herî zêde li Îranê rezerva gazê heye lê Tehranê hesabên xwe bêtir li ser gazê kiriye.

Piştî peymana nukleer a di sala 2015’an de şîrketên navneteweyî ji bo endustriya gazê modernîze bikin ketin tevgerê lê piştî ku di sala 2018’an de serokê DYE’yê yê wê demê Donald Trûmp yekalî xwe ji peymanê vekişand, şîrketan jî xwe vekişandin.

Heke peymaneke nû were çêkirin wê Ewropa karibe beşeke bi sînor gaza Îranê bi dest bixe.

Rayedarên Îranê di meha Gulanê de diyar kiribûn ew li ser îxtîmala îxrackirina gazê disekinin. Lê ji bo ku ev gaz bigihêje ber destê bazara navneteweyî divê zext werin rakirin.

Piştî xitimandinên çend mehan, beriya havînê muzakereyên bi Îranê re dîsa dest pê kir. Li gorî peyamên rayedarên Ewropayê û Îranê ew gelekî nêzî peymanê ne. Berê jî peyamên wisa hatibûn dayîn lê di vê pêvajoyê de ku krîza enerjiyê gelekî zêde bûye, peyamên ji bo pêkanîna peymanê zêde bûne.