Li Hawaîiyê ji ber şewatê herî kêm 89 kes mirin
Li eyaleta Hawaîî ya DYE'yê, ji ber şewatê herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Hawaîî ya DYE'yê, ji ber şewatê herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Eyaleta Hawaîî daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara qurbaniyên şewatê gihîştiye 89 kesan.
Fikar heye ku bîlanço girantir bibe. Bajarê Lahaîna yê li girava Maûî bi temamî şewitî. Ji vî bajarê benderê yê tûrîstîk ku nifûsa xwe 13 hezar kes bû, tiştek nema.
Li girava Maûî karên lêgerînê dewam dike.
Li gorî saziya federal a ji destwerdana li afetên xwezayî berpirsyar (Fema), nêzî 2 hezar û 200 avahî hilweşiyan an jî xisar lê bû.
Tê texmînkirin ku tenê li Lahaînayê ji bo jinûve avakirinê pêwîstî bi 5.52 milyar dolarî heye.