Li gorî WHO'yê dibe ku vîrûs qet tune nebe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku vîrûsa korona dibe ku tu carî tune nebe û weke nexweşiyekê bimîne ku mirovahî neçar bin pê re bijî.

Vîrûsa koronayê ya nû ji meha Kanûnê û vir ve ku li Çînê der bû û li tevahiya cîhanê belav bû, heta niha bûye sedema mirina nêzî 300 hezar kesî. Gelek welatan dest bi sistkirina tevdîra mayîna li malê kirin.

WHO'yê jî roja Çarşemê peyameke metirsîdar weşand. Midûrê WHO'yê yê ji pirsgirêkên tenduristiyê yên lezgîn berpirsyar Mîchael Ryan got, "Vîrûseke me ya nû heye ku yekemcar xwe berdaye nava civaka mirovah û zehmet e ku mirov bêje kengî em ê karibin pê."

Ryan li Cenevreyê li qada înternetê civîneke çapemeniyê pêk anî û got, "Ev vîrûs dibe ku li nava civakên me endemîk bibe û tu carî tune nebe."

VÎRÛS DI DEMA AXAFTINÊ DE JÎ DIKARE BELAV BIBE!

Di vê navberê de li gorî lêkolîneke nû, Covîd-19 ne tenê di dema kuxik û pişikînê de belav dibe, her wiha dema mirov diaxivin jî dikare belav bibe.

Li gorî lêkolînê ku li kovara PNAS'ê hate weşandin, di dema axaftinê de dilopên mîkro yên bi tufika mirovan derdikevin derve li cihekî girtî bi qasî 10 deqeyan dikarin li hewa bimînin.