Li gorî Trûmp Îran muzakereyan dixwaze

Serokê DYE Donald Trûmp got ku Îran dixwaze muzakere û peymanekê çêbike.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp mulaqatek da qenala televîzyonê NBC’ê û diyar kir ku ne di lêgerîneke ya tehrîkkirina Îranê de ye.

Roja 20’ê Hezîranê Îranê balefireke bê mirov a DYE’yê xistibû û piştî wê Trûmp fermana êrîşê dabû û di dawiyê de êrîş betal kiribû.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp di mulaqata dayî qenala NBC’ê de got beriya niha peyamekî wiha nedabûn Tehranê.

Trûmp wiha got; “Peyamekî wiha min neda. Ez ne di lêgerîna şer de me.”

Piştî ku Îranê li tengava Hurmuzê balafira keşfê ya DYE’yê xistibû fikarên şer zêde bûbûn. Lê herdu aliyan tevî gefan diyar kiribûn ku şer naxwazin.

Trûmp wiha jî got; “Ez difikirim ku ew (Îranî) daxwaza muzakeran dikin. Û bi bawer im ku ew dixwazin peymanekê çêbikin.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp wiha domand; “Peymana min nukleerê eleqedar dike. Temaşe bikin çekên nuklerê nîne. Ez bawerim ku rewşa tê de ne, jê hez nakin. Aboriya wan bi temamî di rewşeke hilweşiyayî de ye.”