Li gorî Skoçkyayê pêşnûme peymana Brexîtê plana herî xerab e!

Li gorî Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon got, pêşnûme peymana ku hikumeta Îngilîz der barê Brexîtê de pejirand, Îrlanda Bakur teşwîq dike û zerarê dide yekîtiya neteweyan ku pêkhateyên Qraliyeta Yekbûyî ne.

Serokwezîra Skoçyyaê Stûrgeonê li ser twîtterê peyameke ji dîmen weşand û diyar kir, pêşnûme peymana di navbera Yekîtiya Ewropa û hikumeta Îngilîz de hate îmzekirin, ji ber ku Îrlanda Bakur teşwîq dike, planeke 'hilweşîner' e.

Projeya peymanê, ji bo veger li sînorên fîzîkî yên navbera Îrlanda Bakur ku eyaleteke Îngilîz e û Komara Îrlandayê nebe, 'toreke ewlekariyê' ferz dike. Ev formula çareseriyê Qraliyeta Yekbûyî bi temamî di nava Yekîtiya Gumrukê ya Yekîtiya Ewropayê de dihêle û ji bo Îrlanda Bakur jî sererastkirineke hîn wêdetir pêşniyar dike.

Serokwezîr Nîcola Stûrgeon ku rêvebera Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ye, bi dewamî got, "Ev yek wê der barê kar û razemeniyên li Skoçyayê bandoreke hilweşîner bike (...) Wê bibe senaryoya herî xerab."

Hikumeta Îngilîz a bi serokwezaretiya Theresa May, pêşnûme biryar roja Çarşemê pejirand û ji bo qebûl bike şand ji parlamentê re. Lê belê dibe ku parlament pêşnûmeyê qebûl neke. Nîcolas Stûrgeon got, "Eger agahiyên ku di medyayê de tên weşandin rast be, dibe ku tora ewlekariyê bibe sedem ku Îrlanda Bakur bêdil ji Qraliyeta Yekbûyî qut bibe û ev yek wê zerarê bide yekîtiya me."

Skoçyayê, di referandûma Brexîtê ya Hezîrana 2016'an de bi rêjeya 63 ji sedî deng da ji bo di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne. Du sal piştî referandûmê, 55 ji sedî yê dengdêran di referandûma serxwebûnê de dengê xwe ji bo mayina li nava Qraliyeta Yekbûyî dan.

Lê belê li gorî Stûrgeon, biryara Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê rewş guherand. Stûrgeon, tevî vê yekê jî perspektîfa referandûmeke din taloq kir û li benda zelalbûna rewşa Brexîtê ye.