Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li gorî Pekînê DYE dixwaze Hûaweî ji holê rake

Wezareta Karê Derve ya Çînê diyar kir ku DYE dixwaze Hûaweiyê ji holê rake.

Hûaweî di teknolojiya 5Gyê de wekî pêşengê dinyayê tê dîtin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp di mehên dawîn de ji bo qedexekirina ekîpmanên Hûaweiyê zexta li ser tifaqan zêde kir. Rêveberiya Trûmp diyar dike ku Hûaweî bi Pekînê re dixebite û li ewlehiya sîber gefeke mezin e.

Beriya daxuyaniya Çînê, DYE ji Brezîlyayê xwestibû ku bila teknolojiya 5G a Hûaweî nexe welat.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Çînê Wang Wenbîn diyar kir ku dema şîrketên welatên din bi pêş dikevin, çîna siyasî ya Emerîkayê hincetan dibîne û ji bo ku wan ji holê rake, hêza xwe ya dewletê dixe meriyetê.

Brezîlyayê divê îsal îhaleya 5G bida destpêkirin lê ji ber krîza koronavîrusê taloqî sala 2021’an kiribû.

Kralîyeta Yekgirtî jî di meha Tîrmehê de biryar stendibû û diyar kiribû ku ew ê di tora 5G de hemû ekîpmanên Hûaweî derxîne.