Li gorî OPEC’ê xetereya herî mezin a ji bo petrolê derdorparêz in

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) diyar kir ku ji bo sektora petrolê ‘gefa herî xerab’ çalakiyên derdorparêzan e.

Sekreterê Giştî yê OPEC’ê Mûhammed Barkîndo piştî civîneke OPEC’ê daxuyanî da û têkoşîna ji bo avhewayê kir hedef.

Li gorî Barkîndo bi germbûna global re çalakiyên girseyî ‘yên ne zanistî’ yên li dijî petrolê zêde dibin. Barkîndo got ku “Qaşo sedema guherîna avhewayê petrol e! Ev tişt di dahatûyê de ji bo endustriya me, gefeke mezin e. Me dît ku li kolanan, li pêşiya parlementoyan, di dema civînên desteya giştî yên şîrketan de, kampanya tên lidarxistin.” Li gorî Barkîndo sanayiya petrolê ji bo guherandina avhewayê çareseriyek e. Barkîndo diyar nekir ku petrol çareseriyeke çawa ye.

14 welatên ku Siûdî Erebistan pêşengiya wan dikin, di nav OPEC’ê de cih digirin. Ji sê paran pareke petrolê ji aliyê Siûdî Erebistanê tê hilberandin.

Li gorî peymana di sala 2015’an de divê germbûna cîhanê di biniya 2 dereceyan de be. Lê ji bo vî tiştî divê heta sala 2030’an emîsyona gaza serayê nîvenîv were kêmkirin. Ev jî wateya ku ji bo enerjiyê divê dev ji petrolê were berdan.