Li gorî Koreya Başûr wê Koreya Bakur 12 hezar leşkeran bişîne Moskowayê

Ajansa nûçeyan a Koreya Başûr Yonhap li gorî servîsên îstîxbaratê yên welêt ragihand ku Koreya Bakur biryar da, di şerê li dijî Ûkraynayê de ji bo piştgiriya Rûsyayê gelek yekîneyan bişîne Rûsyayê.

Li gorî nûçeya Yonhapê, "Yekîneyên taybet jî di nav de çar tûgayên ji 12 hezar leşkeran" amade ne ku dest li Ûkraynayê werdin.

Çavkaniyeke îstîxbarata navxweyî îdîa kir ku "Yekîneyên Koreya Bakur ji zûdeyî bi cih dibin."

Têkiliya navbera Pyongyang û Seulê mehên dawî nebaş bû. Koreya Bakur a ku xwedî çekên nukleerî ye, demeke dirêj e hevalbendê Rûsyayê ye û hîn bêhtir xwe nêzî Rûsyayê kiriye.

Koreya Başûr demeke dirêj e Koreya Bakur sûcdar dike ku pêkanînên Neteweyên Yekbûyî binpê dike û ji bo şerê li Ûkraynayê çekan dide Rûsyayê.

Serokdewletiya Koreya Başûr bicihkirina leşkerên Koreya Bakur li Rûsyayê weke gefeke cidî ya ewlekariyê pênase kir û diyar kir ku ji bo bersivê bide vê yekê wê tedbîrên li ber destê xwe binirxînin.

Serokdewlet Yoon Suk Yeol got, "Rewşa heyî ya nêzîhevbûnê ji radestkirina malzemeyên leşkerî jî wêdetir e û ne tenê li ser welatê me her wiha li ser tevahiya civaka navneteweyî gefeke cidî ya ewlekariyê ye."