Li gorî Hamaney Îranê 'komployeke pir taloke' pûç kiriye

Lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Hameney piştî xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê îdîa kir, ''komployeke pir taloke'' pûç kirine.

Hamaney di televizyona dewletê de axivî û got, ''Gel komployeke pir berfireh û taloke têk şikand. Ji bo hilweşandin, tundiyê û kuştina mirovan gelek pere hatine xerckirin.''


Rayedarên Îranî beriya niha jî di serî de DYE û Israîl bi rengê 'dijmin' bi nav kiribû û ew tawanbar kiribû ku rêxistiniya çalakiyên protestoyî dikin.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo li ser tora medyaya civakî daxuyanî da û got ew ê bir biryarên nû li ser rejîma Îranê bijdînin.

Piştî bihabûna sotemeniyê ya 15'ê Cotmehê li Îranê gel rabûbû ser piyan, rejîmê bi kuştinê rabû gel serkut kiribû. Li gorî Rêxistina Efûyê rejîma Îranê 143 xwepêşandêr kuştin.

 Her wiha li gorî jêderên muxalîf ên Îranê 450 hatin kuştin.