Li gorî anketên li Hollandayê nîjadperestan kêm kirine

Li gorî anketên dawî yên li ser hilbijartinên giştî yên Hollandayê, ku wê di 15'ê Adarê de pêk werin, dengên partiyên lîderê nîjadperest Geert Wîlders û Serokwezîr Mark Rûtte nêzî hev in.

Di bernameya bi navê Peîlîngwîjzer de, ku ji aliyê Zanîngeha Leîdenê ve hat weşandin, encamên anketên 6 şîrketên mezin hatin dayîn.

Li gorî vê yekê, rêjeya dengê Partiya Azadîparêz a (PVV) a bi serkêşiya Geert Wîlders, ku di hemû anketên beriya niha de yekemîn bû, wê ji sedî 16 be. PVV bi dijberiya xwe ya li biyaniyan tê naskirin.

Rêjeya dengê partiya VVD jî, ku Serokwezır Mark Rûtte endamê wê ye, ji sedî 17 ye. Li gorî vê hesabê, li parlamenta ji 150 kursiyan, VVD 23 heta 27 û PVV 22 heta 26 kursiyan bi dest dixin.

Li gorî endamên Peelîngwîjzerê, Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDA) û partiya bi navê Demokrat 66, ji sedî 11 ê dengan digirin. Partiya Keskan (GroenLînks) ji sedî 10, Partiya Sosyalîst (SP) ji sedî 9 û Partiya Karker (PvdA) jî ji sedî 8 ê dengan digirin.

Di anketên hefteyên dawî de, partiya Geert Wîlders, ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçber, Misilman û Yekîtiya Ewropayê tê naskirin, di rêza destpêkê de bû. Lê belê tê texmînkirin, ku pêkanînên Donald Trûmp bandoreke neyînî li ser hilbijêrên vî welatî jî kiriye.

Hilbijartinên ji bo diyarkirina 150 endamên Meclîsa Nûneran ku baskê jêrîn ê parlamenta Hollandayê ye, wê 15'ê Adarê roja Çarşemê pêk werin.