Li gorî Îranê DYE'yê rêyên dîplomatîk hemû girtiye
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand, DYE'yê bi pêkanînên li dijî Hamaney û nûnerên din ên payebilind rêyên dîplomatîk girtiye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand, DYE'yê bi pêkanînên li dijî Hamaney û nûnerên din ên payebilind rêyên dîplomatîk girtiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Abbas Mûsawî bi rêya Twitterê daxuyanî da û got, "Pêkanînên bêkêr ên li dijî lîderê olî yê Îranê û fermandarê dîplomasiyê (Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf) girtina rêyên dîplomatîk e."
Berdevk got, "Rêveberiya Trump a bêhêvî mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina aştî û ewlekariya navneteweyî hene tine dike."
Serokê DYE'yê Donald Trump Duşemê biryarnameya der barê pêkanînên nû yên li dijî Îranê îmze kiribû. Pêkanîn bi taybetî li dijî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney in.
Serokê DYE'yê destpêkê diyar kir ku pêkanîn weke bersivek ji xistina firokeya bê mirov a Emerîkî ya li Geliyê Hurmuzê ne, lê piştre bi daxuyaniyeke din diyar kir ku pêkanîn 'ji xwe wê pêk bihata'.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî Duşemê bi deklarasyoneke hevpar ji bo bidawîkirina aloziya li Kendavê banga diyalogê û wergirtina tedbîran kiribû.