Li gorî Îranê, DYE ji însiyatîfa siyasî bêpar e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku di dema danûstandinên nukleerê de DYE bi rengekî ji 'însiyatîfa siyasî bêpar' tevdigere.

Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê ji bo Îranê Robert Malley û serkêşê danûstandinan ê Îranî Alî bagerî 28'ê Hezîranê roja Sêşemê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê li paytexta Qatar Dohayê dest bi danûstandinan kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ji aliyê Îranê ve hate kirin, Abdullahiyan bi telefonê bi hempîşeya xwe ya Fransî Catherîne Colonna re axivî û jê re got, "Aliyê Emerîkî bêyî însiyatîf û nêzîkatiyeke ber bi pêşketinê ve hebe, çû Dohayê."

Abdullahiyan bang li Washîngtonê kir ku "vê firsenda dîplomatîk" bi kar bîne.