Li gorî Çînê danezana G7’ê 'qure, pêşhikûm û derewîn e'

Hikûmeta Pekînê bertekeke dijwar nîşanî danezana encamê ya serokên G7’ê da û danezan bi ‘quretî, pêşhikûmî û derewkeriyê’ tawanbar kir.

Serokên G7’ê (DYE, Elmanya, Fransa, Îtalya, Îngilîstan, Kanada û Japonya) ku roja Înê li Îtalyayê hatin ba hev, bi danezana encamê Çîn kirin hedefa rexneyên xwe.

G7’ê di danezana xwe de bal kişand ser alîkariyên Çînê yên ji bo Rûsyayê.

Berdevkê Wezareta karên Derve Lîn Jîan roja Duşemê daxuyaniyeke kurt da û got: ‘’G7’ê bi danezana xwe careke din mijarên têkildarî Çînê manîpûle kiriye, bêbextî û êrîş li Çînê kirine û bêyî egereke qanûnî û exlaqî kiryarên xwe dubare kirine. Danezana G7’ê qure, pêşhikûm û derewîn e.’’