Li girtîgeheke ya Brezîlyayê şer derket: 52 kes mirin

Li girtîgeheke ya li eyaleta Para ya dikeve bakurê Brezîlyayê şer derket. Di şer de bi kêmanî 52 kes mirin.

Li gorî agahiyên rayedaran şer li Girtîgeha Altamira derketiye. Rayedaran ragihand ku ji girtiyan 16 kes hatine parçekirin.

Berdevkeke yê sîstema girtîgeha Parayê, di nava komên rikber de şer qewimiye. Berdev got: “Du gardiyan dîl hatin girtin û piştre hatin berdan.”

Di şerê li gelek girtîgehên li eyaleta Amazonasê ya dawiya meha Gulanê qewimîn de, nava du rojan 55 girtî miribûn.

Di sala 2017’an de ji ber şerê li girtîgehan rû dayîn di nava mehekê de nêzî 100 kes mirin. Piraniya van bi hovane hatine qetilkirin.

Li Brezîlyayê di sala 2016’an de 727 hezar girtî hebûn. Li gorî vê Brezîlya di cîhanê de welatê siyemîn ê xwedî hejmarekî ewqas girtî ye.