Li girtîgeheke Brezîlyayê şer derket: 21 kes mirin

Li girtîgeheke eyaleta Para ya Brezîlyayê di navbera girtiyên hewl dan birevin û hêzên ewlekariyê de şer derket. Di şer de 21 kes mirin.

Sekreteriya Parastina Civakî û Ewlekariya Cemaweriyê ya Eyaleta Para ya Brezîlyayê (SEGUP) ragihand, komeke bi çekên giran ji bo girtiyan bi awayekî komî bide revandin hewl da bi teqemeniyan dîwarê Girtîgeha Santa Izabel hilweşîne.

Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku çek bi hin girtiyan re jî hebû û gardiyan, polîsan dest li bûyerê werdan e.

Hate ragihandin, di vî şerî de 21 kes mirine ku yek jê gardiyan e.

Çapemeniya herêmî îdîa kir ku hejmara miriyan ji ya hatiye eşkerekirin zêdetir e.

Li Girtîgeha Santa Izabel 3 hezar û 400 girtî hene.