Li Gîneyê darbeya leşkerî

Li Gîneyê, leşkeran darbeyeke nû kirin û dawî li serweriya Serokkomar Alpha Conde anî. Darbekaran Conde girtin.

Darbe roja Yekşemê bêyî rijandina xwînê pêk hat. Serokkomar Apha Conde ku 10 sal in li Gîneyê li ser desthilatdariyê bû, bi darbeyê ji desthilatdariyê hate xistin. Serheng Mamady Doumbouya ragihand ku wan Conde girtine.

Li gorî malpera Africanews Doumbouya got, "Piştî girtina serokkomar ku niha li gel me ye, me biryar dan ku Destûra Bingehîn û saziyan betal bikin; me biryar dan ku hikumetê betal bikin û sînorên bejahî û hewayî bigirin."

Li gorî malpera Djely jî Doumbouya bi navê Komîteya Pêşvebirin û Yekîtiyê ya Neteweyî axivî û krîza siyasî û aborî ya li welêt weke hincet ji bo xistina ji desthilatdariyê ya Conde anî ziman.

Doumbouya got, "Em dibin alîkar ku gelê Gîneyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ji bo pêşveçûnê em ê bi hev re bixebitin." Serhengê darbekar got, "Ji bo destpêkirina pêvajoyeke derbasbûnê ya berfireh û aştiyane, em ê di asta neteweyî de bişêwirin."

Li gorî rojnameya Guinee Matin, xistina Conde ji desthilatdariyê li welêt bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hate pêşwazîkirin.

Li gorî analîza BBC jî darbe "nîşaneyeke nû ya ji xerabûna nirxên demokratîk ên li herêmê" ye. BBC bi bîr xist ku ev darbe li Rojavayê Efrîkayê darbeya çaremîn e ku di nava salê de hate kirin. Beriya niha li Malî 2 caran darbe bûbû. Di Tebaxa 2020'î de jî li Nîjerê hewldana darbeyê pêk hatibû.