Li Geliyê Cûelgamûros ê Spanyayê kolandin destpê dike
Li Geliyê Cûelgamûros ê Spanyayê, pisporên Tipa Edlî wê roja Duşemê dest bi kolandinê bikin û li ser cenazeyên kesên di dema şerê navxweyî de hatin kuştin lêkolînan bikin.
Li Geliyê Cûelgamûros ê Spanyayê, pisporên Tipa Edlî wê roja Duşemê dest bi kolandinê bikin û li ser cenazeyên kesên di dema şerê navxweyî de hatin kuştin lêkolînan bikin.
Ji goristana ku di şerê navxweyî yê Spanyayê de ji herdu aliyan 34 hezar kes hatin veşartin, wê destpêkê 128 cenaze bêne derxistin.
Kolandinên li Geliyê Cûelgamûrosê, di encama têkoşîna hin malbatan de pêk tê ku wan malbatan ji bo xizmên wan bi rengekî bi rûmet bêne veşartin nêzî bîst salan têkoşiyan.
Bazîlîka bi 40 mîl li derveyî paytexta Spanyayê ye, ji aliyê mehkûmên siyasî ve bi zorê hate çêkirin û diyarî wan mirovan hate kirin ku di şerê salên 1936-39'an de hatin kuştin.
Lê belê ji gorên li binê xaça bi 150 metreyî ya bazîlîkayê tenê du hatine destnîşankirin: Gorên Franco û damezrînerê Partiya Falagîst a Faşîst Prîmo de Rîvera. Cenazeyê Franco sala 2019'an ji aliyê hikumeta Sosyalîst a Spanyayê ve ji qadê hate derxistin. Bermahiyên cenazeyê Prîmo de Rîvera beriya du mehan ji gorê hatin derxistin û ji nû ve hate bicihkirin.
Li qadê hîn jî cenazeyên 33 hezar û 800 kesî hene ku neteweperest û komarger bûn.
Li gorî nûçeyên medya Spanyayê, tîma ji pisporên tipa edlî, arkeolog, doktorên diranan û genetîkvan, wê bermahiyên roja Duşemê bêne derxistin lêkolîn bikin, nasnameya wan diyar bikin û ji bo vê jî li nava bazîlîkayê laboratûwarek hate avakirin.
Antropologê edlî Francîsco Etxeberrîa ku projeyê kontrol dike, rizgarkirina bermahiyan weke 'zehmetiyeke gelekî zêde' pênase kir.