Li gel hevdîtinên li ser agirbestê jî gefa Îsraîlê ya li ser Refahê dewam dike

Li gel hişyariyên ji qada navneteweyî û hevdîtinên bi Hamasê re li ser agirbestê têne kirin, Îsraîl di plana xwe ya êrîşeke berfireh a li ser Refahê de israr dike.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû roja Çarşemê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da û got, "Heta ku serketineke misoger bi dest bixin em ê şer bikin. Ev jî tê wê wateyê ku piştî destûr ji sivîlan re hate dayin ku herêmên şer biterikînin, çalakiyeke xurt li Refahê bê kirin."

Êrîş li ser Refahê ya li ser sînorê Misrê ye giran bûye. Ev der li başûrê Şerîda Xezeyê ye ku hatiye dorpêçkirin û hilweşîneke mezin lê bûye. Bi taybetî weke stargeha dawî ya bi deh hezaran mirovên ji şer reviyane tê nirxandin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî nêzî 1.4 milyon mirov, yanî zêdeyî nîvê nifûsa Xezeyê li Refahê asê maye. Piraniya wan jî ew mirov in ku gelek caran ji ber şer ji cih û warê xwe bûne.

Hevalbendê sereke yê Îsraîlê, DYE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku bêyî 'garantiya' ji bo ewlekariya sivîlan ew li dijî êrîşek kli ser Refahê ye û roja Pêncşemê Awûstralya, Kanada û Zelanda Nû têkildarî operasyoneke bibe sedema 'felaketê' ya li Refahê hişyarî dan hikumeta Netanyahû.

ZÊDEYÎ 28 HEZAR Û 500 KES HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de 107 kesên din hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Hate ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve li Xezeyê 28 hezar û 576 kes ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.

HEVDÎTINÊN JI BO AGIRBESTÊ

Ji bo berdana dîlgirtiyên di destê Hamasê de ne û Fîlîstîniyên ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin, hevdîtinên agirbestê bi navbeynkariya Qatar û Misrê li Qahîreyê dewam dikin.

ENIYA LUBNANÊ

Li Başûrê Lubnanê jî ku li ser sînorê Îsraîlê ye, roja Çarşemê tansiyon bilind bû. Di êrîşên Îsraîlê de 10 sivîl û 2 şervanên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Partiya Şîa Hîzbûllah sibeha Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên roja Çarşemê de şervanekî wan ê din hatiye kuştin.

Ji destpêka şer û vir ve li Lubnanê 178 şervanên Hîzbûllahê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin. Bi şervanên Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê hatin kuştin re ev hejmar bû 196 şervanên Hîzbûllahê ku hatin kuştin.