Li Fransayê yasaya înternetê ya nîqaşbar hate qebûlkirin

Li Fransayê 'Yasaya Pêşîlêgirtina Nefretê ya li Înternetê'' li gel ku partiyên muxalîf bi aşkereyî li dij radibûn jî, li meclîsê hate qebulkirin.

Yasa bi desteka Partiya Meşa Komarê  (LREM) û partiya muxalîf a lîberal UDI-Agir hate qebûlkirin. Partiyên muxalefetêyên rastgir û partiya Fransa ya Sernetewîn (FI) li dijî yasayê dengê 'na' dan. Partiya Sosyalîst ne erê û ne jî da, dengê xwe neda.

Endamên Partiya Komunîs (PCF) ji ber ku bi sedema Covîd-19'ê gelek parlamenter nehatine meclîsê helwest nîşan dan û tevlî dengdanê nebûn.

Li gorî yasayê parvekirinên li platforma medyaya sosyal û li motorên lêgerînê, heke deryasayî were qebûlkirin divê di nav 24 saetan de werin jêbirin. An na wê heta 1 milyon û 250 hezar Euro bikaribin ceza bibirin. Di nav van parvekirinan de ku dikevine ber vê çarçoweyê gotinên ku nefretê teşwîq dikin, di wan de tundî heye, heqeretên nîjadî û dînî hene.