Li Fransayê tevdîrên ewlehiyê hatin jidandin
Piştî êrîşa li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, li Fransayê ji bo bernameyên çandî û sporê tevdîrên ewlehiyê hatin jidandin.
Piştî êrîşa li bajarê Manchester ê Îngilîstanê, li Fransayê ji bo bernameyên çandî û sporê tevdîrên ewlehiyê hatin jidandin.
Wezîrê Karên Navxweyî Gerard Collomb bi rayedarên ewlehiyê û îstîxbaratê re civîn danî û got, "Êrîşa li ser Manchesterê nîşan dide ku tehdîda li ser hemû welatên parzemîna me pir zêde ye."
Wezîr diyar kir, ku ji bo hin bernameyên çandî û sporê ferman dane.
Collomd her wiha got, wan ji bo ewlehiyê ferman ji hemû waliyan re jî şandine.
Wezîr Collomb ragihand, ku li her derê hêzên ewlehiyê tevgeriyane û got, "Li balafirgehên me hêzeke xurt a ewlehiyê heye. Em ê qet destûrê nedin terorîzmê."
Li Fransayê ji sala 2015'an û vir ve piranî jê bi destê DAIŞ'ê gelek çalakî hatin kirin û bi tevahî 239 kes hatin kuştin. Rayedarên Fransî diyar dikin, ku di sala 2016'an de pêşî li 17 hewldanên êrîşê hatiye girtin.