Li Fransayê, sedemên enflasyonê û kiryarên kêfî ketin ber lêpirsînê

Li Fransayê gelek komên siyasî yên li parlamentê xwestin ku li ser sedemên rasteqîn ên enflasyonê û kiryarên kêfî lêpirsîn bê destpêkirin.

Koalîsyona Partiyên Çep Yekîtiya Gel a Civakî û Ekolojîk a Nû (Nûpes) ku di hilbijartinên dawî de weke hêza duyemîn a herî mezin kete parlamentê, xwest ku li ser zêdebûna buhayan, komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin. Nûpesê bal kişand ser rola şîrketên mezin ên pirneteweyî ya di zêdekirina buhayan û spekulasyonan de.

Partiya rastgiriya tund RN jî got, "Zêdekirina buhayan derketiye derveyî kontrolê" û diyar kir ku li dijî "kesên sûdê ji krîzê werdigirin" têkoşîneke têrker nayê kirin. Partiya rastgiriya tund ji bo li ser "sedemên rasteqîn ên enflasyonê" û "kiryarên kêfî yên girankirina vê rewşê" pêşnûmeyek pêşkêş kir ku ku komîsyona lêpirsînê ya parlamenteran bê avakirin.

Gelek komên siyasî yên li Senatoyê jî xwestin ku kar li ser mijara zêdekirina buhayan bê kirin. Komên Komunîst, Komarger, Welatiyan û Ekolojîst (CRCE) pêşniyar kirin ku 'mîsyona agahiyên li ser çavkaniya enflasyonê' bê avakirin.

Li gorî çavkaniyên ji Senatoyê, avakirina komîsyoneke lêpirsînê wê demeke dirêj dewam bike, lewma dibe ku mîsyoneke xebatê bê destpêkirin.

Mehên dawî buhayê gelek berheman gelekî zêde bû. Li gorî meha Hezîranê enflasyona salane ji sedî 5.7 zêde bû. Ev yek tê wê wateyê ku enflasyon ji sala 2008'an û vir ve gihîştiye asta herî bilind.