Li Fransayê pirsgirêka avahiyan bandorê li milyonan mirovî dike

Li gorî raporeke dawî ku li Fransayê hate weşandin, tevî bi sed hezaran mirovên bêmal li Fransayê pirsgirêka avahiyan hene ku bi milyonan mirov di nava şert û mercên nebaş û ne însanî de ne.

Rapor ji aliyê Weqfa Abbe Pîerre ve hate weşandin ku yek ji saziyên bingehîn ên alîkariyê yên Fransayê ye. Li gorî rapora dawî ya weqfê her sal bi deh hezaran malbat bi zora polîsan ji mala xwe tên derxistin.

Di raporê de hate ragihandin ku ji sala 2012'an ve li ser rewşa kesên bêmal statîstîka fermî nehatiye amadekirin û hate destnîşankirin ku li gel kesên bêmal her wiha bi milyonan mirov di nava şert û mercên nebaş de dijîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li 13 ji sedî yê welêt ji ber xizaniyê pirsgirêka avahiyan mezin dibe. Li gorî rapora sala 2018'an ku daneyên herî dawî yên wê raporê ne, kesên ku di kirê de ne ji sala 2000'î ve bi rêjeya 150 ji sedî zêde bûye. Di heman demê de buhayê kirê jî 40 ji sedî bû.

Li herêma Ile-de-France ku Parîs û banliyoyên wê di nav de ne û yek ji şeş parên nifûsê lê ne, buhayê kirê bi rêjeya 350 ji sedî zêde bû. Li bajarên ku nifûsa xwe di ser 10 hezarî re ye ev rêjeye bi 220 ji sedî ye.

2,1 MILYON KES LI BENDA AVAHIYÊN CIVAKÎ NE

Li gorî rapora Weqfa Abbe Pîerre li Fransayê ku nifûsa xwe 67 milyon mirov in, ji bo mirovên hatineya xwe teng e rêya herî girîng a çareseriya pirsgirêka avahiyan 'avahiyên civakî' ye. Avahiyên bi cûreyê 'Habîtatîon a loyer Modere" (HLM) ku 'avahiyên kirêya xwe kêm e' kêm in û têrker nînin.

Li gorî raporê hejmara kesên ji şaredariyê daxwaza HLM'ê dikin 2,1 milyon mirov in. Ev yek hejmara herî bilind a heta niha ye.

Di raporê de hate ragihandin ku 600 hezar avahiyên li welêt ewle nînin û dibe ku hilweşin.

HERÎ KÊM 16 HEZAR MALBAT BI ZORA POLÎSAN HATIN DERXISTIN

Raporê her wiha bal kişand ser mirovên ku ji ber nekarîn kirêya xwe bidin bi zorê ji xaniyan hatin derxistin. Di raporê de hate ragihandin ku tê texmînkirin salane ji 30 heta 50 hezar malbat bi zorê ji malên xwe tên derxistin, hejmara malbatên ku bi zora polîsan hatin derxistin jî 16 hezar in.

BI HEZARAN ZAROK LI DERVE NE

Di raporê de hate destnîşankirin ku pirsgirêka avahiyan di serî de bandorê li koçberên ku mafê mayinê wernegirtine û yên xizan dikin. Tenê li Parîsê di meha Mijdarê de her şev herî kêm 700 zarok li kolanan razan. Tê gotin ku li gelemperiya welêt ev hejmar bi hezaran in.

Di serî de Parîs û bajarên mezin bi hezaran koçberên ku mafê mayinê wernegirtine û serlêdana wan tê nirxandin li parkan û kolanan li binê konan de ne.

Di raporê de hate bibîrxistin ku di sala 2018'an de 683 kesên bêmal ên li derve jiyana xwe ji dest dan.